Dengbeji yek ji wan stûnen heri xurt ye zargotina Kurdi ye. Dengbej dema ku distire ne tene bi xweşiya denge xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbih û metaforen zimane xwe bûyeran ji nû ve di hişe guhdaran de vedijine. Ev xal dengbejiye ji asta muzike derdixe û di zargotina Kurdi de li ser texteki nû dide rûniştandin. Dema ku behsa dengbeji û dengbejan bibe, beguman nave ku heri zede te ser ziman, dengbej Şakiro ye. Şakiro bi denge xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbih û tabiren xwe nave xwe wek efsaneyeke daye nivisin. Li gund û bajaren Kurdan, di dawet û cemaaten Kurdan de banden ku li ber denge Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçe bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyari di navbera eşir û egitan de. Ev berhema di deste we de, em dikarin bibejin ku heta iro xebata heri berfireh e ku li ser kilamen Şakiro hatiye nivisin. 35 heb li ser serhildane, 183 heb li ser eviniye, 27 heb di derbare şeren navxweyi de, 3 heb destan û 18 heb ji di derbare xwezaye de bi tevahi 266 kilam hatine berhevkirin. Gelek ji van kilaman cara yekem e ku derten hole. Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina we ji 10 salan zede di ber xwe dayi de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamen ku ji aliye Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivisin. Herwiha gelek peyv, nav û teşbihen ku di kilaman de derbas dibin hatine izahkirin.
Ürün Bilgileri
Barkod:
9786059413435
Sayfa Sayısı:
640
Boyutlar:
14,0 x 21,0
Cilt Durumu:
Ciltli
Dil:
Türkçe
Okur Değerlendirmeleri
Antolojiya Dengbejan 2 - Dengbej Şakiro hakkındaki gerçek okur yorumları ve puanları.
-/ 5
0 değerlendirme
Kitabı Değerlendirin
Bu ürüne puan ve yorum bırakabilmek için lütfen hesabınıza giriş yapın.
Bu ürün için henüz onaylanmış bir değerlendirme bulunmuyor. İlk yorumu siz yapın!