Ürün Açıklaması
Avesta -1-: Gāϑā’yên Zarathushtra Û Zarathushtra Distrê Di Berbangê Da İndo-cermenist, indo-iranolog, avestolog û kurdolog Beyhani Şahin pişti si û yek salan beşek ji vekolinên xwa yên li ser Avesta’yê jibo çapê amade kir û me weki Weşanxaneya Na'yê cilda yekem “Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra” çap kir. Ev beşa bi sernavê AVESTA ji dozdeh (12) cildan pêk tê. Çima Avesta? Çima destnivisên orijin yên Avesta’yê, çima trenskripsiyona Avesta’yê û çima Avesta’ya bi fonda Avesti? Her tiştê heeyi û jiyi di nav tovê xwa da veşarti ye. Jibo ku meriv hişk nebe û runexe, pêwistiya meriv bi tovên xwa yên destpêkê hee ye. Tiştê ku jiyanê dike jiyi û jinbar, tovê destpêkê ye. Millet ji weha ne. Milletên ku xwa di nav tovên xwa da hewandine, ji nav tovên xwa bişkivine û pê geş bûne, ewqas bi hêsani jiyana heeyi û dayi ji bir nakin. Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya heri kevin in, kaniya axa Kurdistan’ê û zimanê Kurdi ne, bingeha baweriya Kurdên Elewi, Êzdi û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan, İran, Rojhilata Navin û Esye’ya Dûr ji sinorên hemi tarifan derbaz dibe. Hemi dinên mezin yên cihanê (Tewrat, İncil û Qoran) di bin bandora Avesta û Zarathushtra’yiyê da mane, jê bê sinor istifade kirine, xwa pê ava kirine. Me ev cilda yekem diyari Evdal’ê Zeynik’ê kiriye, û em dil dikin her cildekê diyari dengbêjeki/e din yê/ya Kurd bikin. Ligori ragiyandina Beyhani Şahin: Jixwa Zarathushtra bi xwa manthra’yê (dengbêjê) destpêkê bûye loma ji em bi hêvi ne ku ew pireya poetik ya destpêkê disan bikare bigêhije xwadiyên xwa yên iro, bigêhije dengbêjan. Em ê weki Weşanxaneya Na'yê di bin beşa “avestolojiyê” da pêşta dest bi weşandina van vekolinên diroki yên dozdeh (12) cildi bikin. Cara yekem ewê li Kurdistan’ê bingeha “avestolojiyê” li ser bingeheke zimannasiyi bi awayeki akademik were daynin. B. Şahin divêje:Tevi ku li Kurdistan’ê çend wergerrên Avesta û Gāthā’yan hatine çap kirin ji, ti muhteveyeke wan ya zmannasiyi û akademik tun e. Ew werger weki hewldanên ezoterik in. Gāϑā’yên Zarathushtra Di vê cilda yekem da B. Şahin bi pêşgotinekê dest pê kiriye û informesiyonên giring yên diroki di derbarê Gāthā’yan da daye. Di destpêka pêşgotina xwa da dibêje: Gāthā’yên Zarathushtra piçeki dişibin deriyê ku bi sed û yek klitên sihirkiri hatiye xwandin. Pêra hurgiliyên giring di derbarê Ahuramazdā da daye. Paşê di bin nivisa “destpêk”ê da hurgiliyên din yên zimani û elfebeya Avesta’yê bi tevi trenskripsiyona wan daye. Mesele peyva “gāthā-” kijan wateyê dide, formên wê yên kevin di Proto-Ari û İndo-Ewrupi da çawan bûn, yek bi yek ligori metodên zimannasiyi yên fonolojik zelal kiriye. Pêra B. Şahin Gāthā’yên Zarathushtra, ku di avestolojiyê da lawij/stran û helbestên heri giring in, rêz kiriye. Ev vekolina di cilda yekem da ji 3 beşan pêk tê: 1. Destnivisên orijin yên Gāthā’yan, ku di sala 1323yan da hatine nivisin ango kopye kirin, weki wêne di cilda yekem da yek bi yek hatine bi ci kirin. 2. Di beşa duyem da icarê tevayiya Gāthā’yan bi fonda Avesti hatiye nivisin. 3. Di beşa sêyem da hemi Gāthā’yên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskripte kirin, bi tevi nişeyên zimani yên giring. Pişti ku ew beşên di nav Gāthā’yan da rêz dike, paşê her sê lawijên/malikên heri piroj yên di nav Gāthā’yan da vedibêje. Di dawiyê da belgeya heri kevin ya niviski ya ku tuşi heyama 9. ya pişti miladê dike û tê da malikeke Avesta’yê bi elfebeya zimanê Sogdi hatiye nivisin, pêşkeşi me dide. Cara yekem zimannaseki Kurd bi metodên akademik yên zimannasiyi Gātā’yan û Avesta’yê amade dike û pêşkeşi neteweya Kurd dike. B. Şahin di berdewamiya nivisa xwa da ewa dibêje: Bihayê Avesta’yê yê wêjeyi, huneri, çandi, zmani, felsefi, civaki, huquqi, astronomiyi, tibbi, dini, sprituwel û diroki hew dikare bi tişteki jiyi û nejiyi ra were pivin û muqeyese kirin.