Ürün Açıklaması
Firtoneyeke wêranker û agirê har, wêrani, şewat û xweliyê li paş xwe dihêle. Şer ji tişteki wisa ye. Agireki ku nayê vemirandin. Yek ji wan tiştên ku zindi dimine, şêweya heri dijwar a êşê ye ku bi helisindina ba re dibiriqe. Dibe ku dilê dayikekê yê bişewat be. Bazbenda Dayê ne romana kesên li eniya pêş a şere, lê ya kesên li paş mane ye. Ya birina ku, carekê vebû, êdi qet nayê girtin. Ya agirê ku, carekê pêketiye, û wê qet nevemire. Diroka nêz, lê bi gotinên mezin ne xemilandiye, ne penageha zimanê bûyerên siyasi yên mezin e. Tevahiya rûyê agireki tirsnak, bi hesasiyet û hestên nazik hatiye neqişandin. Bêdengiya bendemayina dayikekê. Xêzên jiyana zarokeki ku bi kêmasiyan mezin dibe… Çirokeke diroka nêz ku bi hişê malbateke hilweşiyayi hatiye hunandin. Em karakteran dişopinin; xemginiya wan çarenivisa her kesi ye, diroka geleki ye. Koçberi, girtigeh, rêyên çiyê, sirgûni, veqetandin, salên duvdirêj, kurtbûna jiyanê, xeyalên hin bihin biçûk dibin, hesretên gir dibin Zimaneki xemgin ku xetên nazik ên jiyanê diherikine. Tomara windahiyan, yên Jiyan wenda kiri li ciheki kom kiri. Wê kêm bimana heke Kamran Simmo Hedili, qima xwe bi vê yekê bianiya. Evin, hêvi, girêdan, fedakari û berxwedan heye. Ma çawa çiroka kesên ku sax mane dikare were vegotin? Ma çawa dengê zarokên ku li benda bavê xwe ne û mezin dibin, ew a ku bawer dikin rojekê dê bavê wan vegerin, dikare were bihistin? Ew bazbenda dayikekê ye! Di navbera rabirdû û pêşerojê de divezilehê. Di gel dijwariya şer, dem û wêraniya mezin ji ne qetiyaye. Ew girêdana efsûni û nehini. Ew hesreta ku dayikekê qet û ti caran ne ji dilê xwe û ne ji, ji kefa destê xwe dernexistiye. Berxwedana mirovan, sirra tevahiya diroka geleki ku di bazbendekê de veşarti ye, ev roman a wan e.