Ürün Açıklaması
Binyat û Vegotin : Awireke Teorik Li Çirokê Ji Weşanên Lisê Derket! "Çirokek, bi tenê xwe venabêje; ava dibe, dadihûre û ji nû ve tê xwendin." Ger çirok avahiyeke ji bêjeyan lêkiri be, têgihaştina wê ji dê bi fêmkirina avahisaziya wê pêk were. Pirtûka Binyat û Vegotin : Awireke Teorik Li Çirokê, çirok bi kijan rêbaz û rêgezên binyatger û dozineya vegotini tê raberkirin weki teorik û rêberekê nexşeyeke çirokê ji dilxwazên xwinera wêjeyê re pêşkêş dike. Yaqob Tilermeni bi vê pirtûkê kevirên takêşi û binyatgeri, ne bi zimaneki hinkeri; bi feraseteke dahûrini, lêpirsini û tatêldarkirini nivisandiye. Dema vegotinê, bergeh, çeşna wêjeyi ya zibeqi, lihevanina rûdani, navlêkirin û pênasekirina civaki û wêjeyi; hem li ser zanina teorisyenên klasiki hem ji bi minakên çiroka Kurdi ya nûjen raber dike. Her wiha, beşa salnameyê, çirokên sê salên li dû hev weki parçeyeki kovar û pirtûkan di parzûneki dozina vegotini re diniziline û dinirxine. Bi vi awayi xwineran ne bi agahiyên req ên teoriki bi tenê, bi hişmendiyeke birmendiya wêjeya iroyin ji, nişeyan ji pirtûkxaneya Kurdi re dinivise. Xwendekarên wêjeyê, kesên li ser rêça çiroknûsinê û xwinerên miraqdarê têgihaştina çirokan a kûr û dûrani dikarin der barê vê pêşaniyê de feraset, pirs û bersivên cihêreng di nava rûpelên Binyat û Vegotin : Awireke Teorik Li Çirokê de peyda bikin. Yaqob Tilermeni • li Qosera Mêrdinê ji dayik bûye. Ji salên 1995’an û vir ve bi zimanê Kurdi û ji salên 2022’yan vir ve ligel zimanê Kurdi berhemên xwe bi zimanê Fransi ji dinivise. Tilermeni ligel nivisandina wêjeyi, xebatên sinema, şano û wênesaziyê ji dike. Berhemên wi: Êşbazi, Çirok (Weşanên Si 2002) Bermeqlûb, Çirok (Weşanên Elma-Pirtûkên Mir 2003) Ferhenga Sirgûnê, Çirok (Weşanên Lis 2004) Kitim, Roman (Weşanên Lis 2005) Qerebafon, Roman (Weşanên Do 2009) Bavfileh, Roman (Weşanên Do 2009) Kulilkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan a Muzikal (Weşanxaneya Zibeq 2012) Kermêşa Gerok, Novela Ciwanan (Weşanxaneya Zibeq 2012) Danişina Zimaneki, Şanoname (Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin A Amedê Şanoya Bajêr 2012) Lemişta Çirokên Kurdi, Salnameya 2012-2013-2014an (Weşanên Na 2015) Metamorfoz, Çirok (Weşanên Na) Sergotina Calvino, Roman (Weşanên Avesta 2013) Hêlange, Roman (Lis 2016) Pizdank, Çirok (Lis 2018) Qerebafon, Roman (Lis 2021) Bavfileh, Roman (Lis 2021) Şevhilat, Roman (Lis 2023) Moustique Voyageur I, Novela Ciwanan Bi Fransi (2024, Vérone Éditions) Binyat Û Vegotin - Awireke Teorik Li Çirokê, Wêje-Rexne (Lis 2025) Wergerên wi: Rojda, Özcan KARABULUT- Çirok Ji Tirki (Lis 2005) Cam û Kevir, Şükrü ERBAŞ- Helbest Ji Tirki, ligel Dilber HÊMA (Lis 2005) Bêbaran, A. Hicri İZGÖREN- Helbest Ji Tirki, ligel Lal LALEŞ (Lis 2005) Dansa Berber, Sirri Ayhan – Roman Ji Tirki (Weşanên Na 2015) Aso, Fatma Köl – Roman Ji Tirki, (Lis 2020) Dûvpişk, Eşber Yagmurdereli – Şanoname Ji Tirki Bo Listinê Binyat Û Vegotin - Awireke Teorik Li Çirokê Yaqob Tilermeni Wêje Rexne, 176 rûpel Cotmeh 2025