Serkan Birûsk, di vê berhema xwe ya bi navê Bîra Çalê kûr e – Sehdûnê Sor de, rastîya dîrokî ya Eşîra Omeryayê û herêmeke berfireh a derdora wê bi awayekî honakî nivîsandiye ku wî demeke dûr û dirêj bi bêhnfirehî û bi kedeke mezin, bi hûrgilî lêkolîn li ser wêjeya devkî û belgeyên dîrokî yên li ser refikên jibîrbûyî kiriye. Serkan Birûsk bi vê berhema xwe balê dikişîne ser tiştên jibîrbûyî û binhişê kolektîf ronî dike. Wî ev romana xwe bi kelecan û bengînî nivîsîye ku pala xwe dide hêza afirandinê ya bi efsûnîya peyvê xemilî. Nivîskar di Bîra Çalê kûr e – Sehdûnê Sor de, rewşa navmalî, herêmî, avahîsazî, birêvebirî, çandî, berhemdarî ya di bîra civakî de bi romantizmeke lîrîkî û helbestî vedibêje ku bergeheke asoyî li ber xwendevanên xwe veke. Cilda yekem a Bîra Çalê kûr e – Sehdûnê Sor ji bo civaknas, zimanas, derûnnas, dîroknas û bi taybetî jî ji bo xwendevanên wêjeyê dê bibe pirtûkeke jêneger û her vekirî.
Ürün Bilgileri
Barkod:
9786256626447
Sayfa Sayısı:
448
Boyutlar:
13,0 x 19,5
Cilt Durumu:
Ciltsiz
Dil:
Türkçe
Okur Değerlendirmeleri
Bîra Çalê Kûr e – Sehdûnê Sor hakkındaki gerçek okur yorumları ve puanları.
-/ 5
0 değerlendirme
Kitabı Değerlendirin
Bu ürüne puan ve yorum bırakabilmek için lütfen hesabınıza giriş yapın.
Bu ürün için henüz onaylanmış bir değerlendirme bulunmuyor. İlk yorumu siz yapın!