Çilkên Pênûsê, ji çîrokên ku dilînên di xwe de asê mane û ji çîrokên dilevînîyê pêk tê. Ji çîroka xav a evînên ku hatine jîyandin zêdetir, reng û çawabûna şop û hest û derb û pêjnên evînîyê xwe dide der; û pê re jî êş û xweşî û bextewarî û kambaxî û têkçûnên evînîyê didin dû hev û digel hev hêlînekê ava dikin; û hemû çîrokên di pirtûkê de berê me didin vê hêlînê; û em bi xwendina her çîrokê bêtir di vê hêlînê de cî li xwe xweş dikin. Çilkên Pênûsê, bi teknîk û metoda ‘firehkirina kêlîyê' ya ku Jorge Luis Borges ew bi dêûbav kiribû, hatine sazkirin. Di vê pirtûkê de, kêlîya ku di dema fireh de tê firehkirin û bi tevn û vegotina her çîrokê re bi awayekî dîtir tê hîskirin û bi firehbûna xwe re jî dibe sedem û alîkar ku rewşên mirovane, yên wekî têkçûyîn, kêfxweşî, xemgînî, tenêtî, parve(ne)kirin, nêzikbûnên ligel dûrayîyê, coşdarîya di nav xemgînîyê de, evîna di nav têkçûyînê de, hezkirina di nav tenêtîyê de, bên zimên. Dilawer Zeraq, Çilkên Pênûsê bi zimanekî hêçaneyî ku nêzî vegotineke helbestî ye nivîsîne. Lê belê çîrok neketine nav şîpa helbestê û bi zimanê vegotinê ku hatiye bikaranîn, mane wekî rabêjeke çîrokî.
Ürün Bilgileri
Barkod:
9786256626324
Sayfa Sayısı:
80
Boyutlar:
13,0 x 19,5
Cilt Durumu:
Ciltsiz
Dil:
Türkçe
Okur Değerlendirmeleri
Çilkên Pênûsê hakkındaki gerçek okur yorumları ve puanları.
-/ 5
0 değerlendirme
Kitabı Değerlendirin
Bu ürüne puan ve yorum bırakabilmek için lütfen hesabınıza giriş yapın.
Bu ürün için henüz onaylanmış bir değerlendirme bulunmuyor. İlk yorumu siz yapın!