Ürün Açıklaması
Faik Taç û Kenan Gezici wêjeya devki ya gelê Kurd, bi zimaneki têkuz, nûjen niqutandine ser kaxiz u nivisandine. Mirov di pirtûkê de germahiya çirokên geleri û efsuniya xeberoşkên dibine.Di gel çiroka Gulêsiyabend a ku navê xwe daye pirtûkê, mirov di çiroka Aqilo u Dino, Quling û Rovi, Pirê û Dik, Fermandar û Gundi de evini, lehengi, hevgirti, bi hev şêwirin, xiyanet, başi û xirabiyê dibine. Ev çirok ji nava lutkeyên çiya, di binê vizina dengê ba, bahoz, li qiraxê kevirên bêdeng de, bi lorina dayikên Mezopotamya hatine afirandin, gotin. Ji ber ku gelê Kurd ji çanda nivisandinê dûr hatiye xistin/ hiştin, bi devki bi vegotina dayik, bapir û çirokbêjan heta iro hatiye; ji qirnek derbasê qirneki din bûye. Faik Taç û Kenan Gezici ew çirokên ku ji dê, bav û pirên xwe guhdarkiribûn, di nava çar diwaren hepsê de, bi fikir û ramaneki azad qeydkirine û nivisandine. Nivisandina van çirokan di heman demê de, tê wateya her çiqas beden dil be ji, lê dil, mejû û rih azad e. Di hela din de, her çiqas di nava kevneşopiya gelê Kurd a qedim de, wateya wêje û çirokên bi awayeki devki hebe ji, lê bi zimaneki vekiri û nujen nivisandina wan çirokan wêneyê çanda me ya duh û iro gihandina hev e. Yanê wêjeya devki ji mirinê xilaskirine û nemir kirine. Çirokên geleri bir û mejûyen vê axê ne. Ev pirtûk ji deng, reng û bira vê ax û gele ye…