Ürün Açıklaması
gava ku te got Hiç(0), tu qala destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka bûyini, çêbûnê, jihevguherinê, jihevzayinê, jihevpirrbûnê diki/ gava te got Hiç(0), tu qala nişaneyeke, vetireyeke pirrwate, pirrneqş, pirrşewq diki, lew em giş asê dibin li ‘Wir’(0), lew ‘Wir’(0) a çar pêvajoya yanzde-asti ye Hiç(0), diqelibin, diheyirin, diponiji, difikirin em li hemberi têgiha ‘Wir’(0) ê, welhasilê kelâm derdixine pêş em li hemberi şewqa Hiçê(0) hemû melekeyên xwe yên fêrisi yek bi yek/ gava te got Hiçê(0), tu qala tişteki nehêni diki, tu qala tişteki ku heya radeyekê tu car nikaribi bizanibi diki/ ku te got Hiç(0), tu qala tiştinên ku di nav çarçoveya nezaninê de ne, di nav mija ferasetê de ne diki/ gava te got Hiç(0), tu qala ew rasteqiniyên şênber, yên ku bi zanistiyê tenê zaninê naki, «●» tu qala ew têgihên heyeneheyewêdayên … heyeneheyên … heyetiştên … , heyeheyên … muemayi yên rêzberi yên bûjeni, rasteqini yên ku sirf bi hiş tenê ravekirinê diki M. ZAHİR KAYAN - Ji bajarê Agiriyê ye. Li Zaningeha Erzuromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990i ve ye di kovar û rojnameyên weki Özgür Gündem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tirojê de gelek nivisên wi yên der heqê huner, estetik, çand, folklor û mitolojiyê de hatine weşandin. Her wiha wênesaz e. Ji bili şiir û formên şiirên mistiki û xebatên li ser estetik û hunerê, ew li ser folklora Kurdi xebatên lêkolini ji dike; li ser destan, efsane û menkibeyên qedim yên Kurdan xebatên wi yên dorfireh hene. Ji van yek “Bingeha Mitolojiya Kurdi” ye, ev berhem hê nehatiye weşandinê. Li ser estetik, şiir û forma kilamên dengbêjiyê gelek lêkolinên wi hene. M. Zahir Kayan di atolyeya xwe de li ser resim, peyker û hin hunerên plastiki xebatên xwe didomine. Berhemên wi yên edebi yên ku heta niha hatine çapkirinê ev in: - Destanek ji Buhuşta Winda (Weşanên Berfin, 1993) - Arzeba (Weşanên Si, 2001) - Şêhneya Dinan (Weşanên Şemal, 2014)