Omerîya Mîrsom Ji Weşanên Lîsê Derket! Şerefxan Cizîrî di vê pirtûka xwe a bi navê Omerîya Mîrsom de hewl daye ku pergala eşîrtîyê a li herêma Mêrdîne bi rêbazên zanistî bi civaka Kurdan bide naskirin. Li ser Eşîra Omerîyan bi hûrgilî rawestîyaye û derheqê Eşîra Omerîyan de zanebûnên berfireh, bi baldarî pêşkêşî xwendevanan dike. Lêkolîner, ew jêderkên heyî nirxandine û kêmasîyên wan, dîtinên şaş û pêşdarazînên ku di derbarê Eşîra Omerîyan de hene raxistine ber çavan. Armanca sereke ji bo nivîskar her ev bûye; di derbarê civaka eşîrtîya Kurdistanê de zanebûnên rast derxin pêş û bibe alîkar ji bo ku Kurd xwe hîn baştir nas bikin. Şerefxan Cizîrî, ji bedêla ku gazinan ji tarîtîyê bike, dixwaze findekê ji bo welatê xwe pêxîne. Şerefxan Cizîrî • Sala 1955’an li Mêrdînê hatiye dinyayê. Piştî kutakirina dibistana amadeyî di sala 1975’an de çûye Swêdê û li wir lîsansa xwe di Beşa Zanistên Sîyasî û Tarîxê de kiriye. Piştî 25 salan vegerîyaye welêt û ji sala 2001’ê û vir de bi malbata xwe re li welêt dijî. Berhemên Wî ên Hatine Weşandin: Tarih ve Uygarlık (Cild 1-2), Bize Bir Felsefe Lazım, Yazarlık ve İdeoloji, İskandinav Modeli, Kultur û Raman, Kürtçe Düşünce Tarihinde Deneme Yazıları, Edebiyata Devkî û Kultur, Edebîyata Devkî û Sosyalizasyon Berhemên Wî ên Li Lîsê Çap Bûne: Tarih ve Uygarlık, xebatên çandî, 2017 Edebîyata Devkî û Şer, wêje û rexne, 2021 Esaleta Selahadînê Eyûbî, dîrok, 2023 Omerîya Mîrsom, xebatên çandî, 2025 Omerîya Mîrsom Şerefxan Cizîrî Lêkolîn, 360 rûpel Cotmeh 2025
Ürün Bilgileri
Barkod:
9786256626317
Sayfa Sayısı:
360
Boyutlar:
13,5 x 19,0
Cilt Durumu:
Ciltsiz
Dil:
Türkçe
Okur Değerlendirmeleri
Omeriya Mirsom hakkındaki gerçek okur yorumları ve puanları.
-/ 5
0 değerlendirme
Kitabı Değerlendirin
Bu ürüne puan ve yorum bırakabilmek için lütfen hesabınıza giriş yapın.
Bu ürün için henüz onaylanmış bir değerlendirme bulunmuyor. İlk yorumu siz yapın!