Ürün Açıklaması
Em, di vê xebata xwe da, li ser Rewdi’n-Ne‘im’a Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepi sekinin. Pênc nusxên Rewdi’n-Ne‘im’ê hene. Nusxa ku em li ser xebitin, destxeta muellif yani ya Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepi bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da, em, li ser jiyan û eserên Şêx ‘Ebdurrehman sekinin. Bi awaki berfireh, me di derheqê wi û eserên wi da, mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepiyan, yani ji ‘eyni malbatê gelek şa‘ir û ‘alim derketine, loma me di ‘eyni beşê da, ci da danasina şa’irên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan, dan nasin. Di beşa duyem da, ji ber ku mijara Rewdi’n-Ne‘im’ê di derheqê “Hilye” û “Mi‘rac”a Hz. Pêxember da ye, loma me ji bi awaki fireh, di derheqê hilye û Mi‘rac’ê da, agahi da. Di beşa sêyem da ji, me Rewdi’n-Ne‘im ji aliyê naverok û şekli ve nirxand. Rewdi’n-Ne‘im, bi mûxtewiyata xwe, helbestên li ser evina Hz. Pêxember in. Şêx ‘Ebdurrehman di vê esera xwe da, evina xwe ya di dilê xwe da vegotiye, yani ne‘tên xwe pêşkeşi evindarê xwe (Hz. Pêxember) kiriye. Rewdi’n-Ne‘im, li gori mesnewiyên Kurdi yên heyi, ji aliyê muqeyeseyê ve, esereka gelek stûr e. Mijara wê, hilye û Mi‘rac’a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da, kitêb beş bi beş e. Kitêb, ji 4511 malikan (beyt) pêk hatiye û bi şiklê mesnewiyê hatiye hûnandin. Hemi dê biçin cennetê bêguman Hisab û ‘ezabek tu nin e li wan Bi bab û bi daê Resûlê Kerim Bi ensabê Sultanê ihsan‘emim İlahi! Tu, “Rûhi” neki şermisar! Kerr û lal û gêj e, tu nin e medar!