Ürün Açıklaması
Wergera Edebi Di Kurdi Ji Weşanên Lisê Derket! Berhema Wergera Edebi Di Kurdi De lêkolineke zanisti ya der barê wergera edebi ya Kurdi de ye. Berhem cih dide mijarên weki paşxaneya diroki ya wergerê, biwarê wergernasiyê, teori û têgihên wergernasiyê, wergera edebiyatê û taybetiyên wergera cureyên edebi. Niviskar armanc dike ku der barê teori, model û têgihên wergernasiyê û paşxaneya diroki ya wergerê de û der barê wergera Kurdi de lêkolineke gişti ji pêşkêş bike. Niviskar Sami Hêzil di berhema xwe de bi modeleke teorik dahûrandina tekstên werger ên İngilizi-Kurdi dike û asta edebitiyê ya wan wergeran destnişan dike. Ev xebat hem dibe gavek ji bo lêkolina wergerê ya di çarçoveyeke teorik de, hem ji xebateke sepandini ye ku li dora modela Christiane Nordê ya bi navê Analiza Tekstê ya navend-werger nimûneyên tekstên wergerê analiz û rexne dike. Sami Hêzil • Di sala 1975’an de li bajarê Wan’ê ji dayik bû. Lisansa xwe ji beşa Ziman û Wêjeya İngilizi wergirt. Li Zaningeha Mardin Artuklu di beşa Ziman û Çanda Kurdi de mastera xwe temam kir û niha ji di beşa Ziman û Wêjeya Kurdi ya Zaningeha Bingolê de teza xwe ya doktorayê li ser wergera edebi dinivise. Hêzil ji zimanê İngilizi çirok, helbest, roman, berhemên zanisti û du pirtûkên li ser sinemayê wergerandine. Ew berhem wek pirtûk çap bûne, hin ji wan ji di kovaran de hatine weşandin. Di nav wergerên wi yên weşandi de berhemên niviskarên wek E.A. Poe, Charles Lamb, Oscar Wilde, D.H. Lawrence, Charles Dickens, Pearl S. Buck hene û hin wergerên din ji ji bo çapkirinê tên amadekirin. Her wiha bi navê “Kurte-Wêjeya Kurdi” berhemeke Hêzil a li ser wêjeya Kurdi ji hatiye çapkirin. Bi navê xwe yê fermi Sami Hêzil derbarê ziman û wêjeya Kurdi gotarên zanisti nivisine. Berhemên Wi: Kurte Wêjeya Kurdi, Lêkolin, Weşanên Sitav, 2015 Lehengê Mitolojiyê, Lêkolin, Weşanên Lis, 2021 Wergera Edebi Di Kurdi De, lêkolin, Weşanên Lis, 2025 Wergerên Wi: Qelareşk û Bist Helbestên Din, Edgar Allan Poe, helbest, Weşanên Bajar, 2004 Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lis, 2010 Prensê Bextewar, Oscar Wilde, kurteçirok, Weşanên Sitav, 2015 Sinematografi, Blain Brown, sinema, Weşanên Komeleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilatê Navin, 2016 Belgefilm, Erik Barnouw, sinema, Weşanên Komeleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilatê Navin, 2016 Wergera Edebi Di Kurdi De Sami Hêzil Wêje Rexne, 320 rûpel Cotmeh 2025